Çînên civakî lidarxistina kongra niştimanî bi israr pêwîst dibînin

Siyasetmedar, ronakbîr û welatiyên Kobanê lidarxistina kongra niştimanî ya Kurdistanê bi israr pêwîst dibînin, da ku bibe sîwana hemû Kurdistaniyan û yekîtiya Kurdan ava bike û li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd derbikeve.

Çînên civakî lidarxistina kongra niştimanî bi israr pêwîst dibînin
Çînên civakî lidarxistina kongra niştimanî bi israr pêwîst dibînin
Çînên civakî lidarxistina kongra niştimanî bi israr pêwîst dibînin
Çînên civakî lidarxistina kongra niştimanî bi israr pêwîst dibînin
Çînên civakî lidarxistina kongra niştimanî bi israr pêwîst dibînin
16 gulan, 2018   09:23

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Herçar parçeyên Kurdistanê dubare rastî êrîşan tên, nemaze êrîşên li dijî çandên pêkhateyên Kurdistanê û bi taybet çanda Kurdî.

Di çarçoveya van rastiyan de çînên cûda yên civakê, siyasetmedar û rayedarên partî û tevgerên Kurdî li Bakurê Sûriyeyê lidarxistina kongra niştimanî ya Kurdistanê bi israr pêwîst dibînin da ku hemû Kurdistanî di bin sîwana wê de kom bibin û li ser maseya diyalogê bicivin.

Partiyên Siyasî: bersivdayîna êrîşên Tirkiyeyê yekîtiya Kurdan û lidarxistina kongra niştimanî ya Kurdistanê ye

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa diyar kir ku Tirkiye êrîşî gelê Kurd dike û bi armanca tunekirina hebûna Kurdan hevpeymanên herêmî pêk tîne da ku rola çalak a gelê Kurd li Rojhilata Navîn pûç bike.

Gêlo Îsa bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan da ku karibin bi yek helwestê li dijî van êrîş û komployên ku dewletên herêmî li dijî Kurdan didin meşandin rawestin û got ku ew hewl didin vê yekîtiyê bi riya danûstandina bi partiyên Kurdî re pêk bînin.

Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Fatme Xelîl di derbarê heman mijarê de got ku dewleta Tirkiyeyê bi hemû rêbazan hewl dide gelên Kurdistanê li her çarparçeyan tune bike û tevliheviyê di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de derbixîne.

Fatme Xelîl bang li gelê Kurd û partiyên siyasî kir ku destên xwe bidin hevûdu û yekîtiya xwe li dijî van êrîşên behsa mijarê li ber xwe bidin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê Kamîran Genco destnîşan kir ku partiyên siyasî yên Kurdî divê yek helwestê nîşan bdin û kongra niştimanî ya giştî li dar bixin û doza Kurdî weke doza xwe ya sereke nîşan bidin û ji berjewendiyên kesane û partîtî dûr bikevin.

Malbatên Şehîdan:  axa me bi xwîna şehîdan hatiye avdan û divê partiyên Kurdî yekîtiya xwe ava bikin

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fethî Osman got ku divê gelê Kurd destên xwe bidin hevûdu û li dijî metirsiyên qonaxê li ber xwe bidin û destnîşan kir ku şoreşên Kurdan ên dîrokî ji ber nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de têk çûne.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvîn Miho di derbarê heman mijarê de axivî û wiha da diyar kirin: "nasnameya Kurdî tê armanc girtin. Eger em yekîtiya xwe ava nekin bê guman em ê li hemberî tunebûnê rû bi rû bimînin. Di şoreşa Rojava de xwîna Kurdên herçar parçeyan kete nava hevûdu. Ji ber vê yekê em banga li darxistina kongra niştimanî ya Kurdistanê dikin da ku gelê Kurd ji tunebûnê were parastin û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin bêne parastin."

Welatiyên Kobanê: kîna Tirkiyeyê li hemberî gelê me kevin û ne tiştekî nû ye

Welatiyê Kobanê yê bi navê Murad Lalo diyar kir ku dewleta Tirk dijminê hemû gelan û mirovahiyê ye û hewl dide bi hemû rêbazan serweriya giştî cîhanê bike û bi taybet li herêmên Kurdî hewl dide gelê Kurd tune bike û wiha anî ziman: "Ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên Kurdî de her tim em di aliyê siyasî de têk diçin. Divê yekîtiya gelê Kurd were avakirin da ku hebûna gel û nasnameya wê were parastin."

Mihemed Hemo ku ew jî hemwelatiyekî  Kobanê ye da zanîn ku Tirkiye hewl dide tecrûbeya Efrînê li Başûrê Kurdistanê dubare bike  û wiha got: "Eger em yekîtiya xwe ava nekin bê guman hebûna Kurdan tê were tunekirin."

Ronakbîrên Kobanê: Tirkiye hin partiyên Kurdî ji bo berjewendiyên xwe bikar tine

Ronakbîrekî Kobanê yê bi navê Kamîran Mîran got ku dewleta Tirk siyaseteke qirêj li dijî gelên Bakurê Sûriyeyê dide meşandin û hewl dide bi hemû rêbazan tevliheviyê di navbera aliyên Kurdî de derbixîne û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk hin partiyên siyasî yên kurdî ji bo berjewendiya xwe bikar tîne da ku projeya xwe ya dîktator pêk bîne û mînaka vê yekê jî Partî Demokratî Kurdistan e ku Tirkiye weke hevkarekî ji xwe re dibîne, gelo çima Tirkiye di dema raferandûma serxwebûnê de li dijî wê derket û dijberiya avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê kir?"

Kamîran Mîran di dawiya axaftina xwe de got ku pêwîst e gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û li hemberî projeyên Tirkiyeyê yên dagirker li ber xwe bide.

ANHA