Jinên Eyn Îsa di nava komînan de xwe bi rêxistin dikin 

Mala Jinê bi hevkariya Kongreya Star bi armanca rêxistinkirina jinê, pêşxistina rola wê di nava civakê de û her wiha avakirina projeyên taybet bi jinan, dest bi avakirina komînên taybet bi jinan li hemû taxên navçeya Eyn Îsa kirin.

Jinên Eyn Îsa di nava komînan de xwe bi rêxistin dikin 
16 gulan, 2018   08:44

SEMÎRA DAÛD / GIRÊ SPÎ

Mala Jinê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî alîkariya hemû jinan dike û pirsgirêkên wan çareser dike bêyî ku berê xwe bidin dadgehan.

Mala Jinê bi hevkariya Kongreya Star a navçeyê ji bo rêxistinkirina jinan û pêşxistina rola wê di nava civakê de dest bi avakirina komînên taybet bi jinan kirin.

Mala Jin di 19`ê Sibatê de dest bi avakirina komînên jinan kir. Heta niha 4 komîn li navçeya Eyn Îsa avakiriye û avakirina komînên taybet bi jinan didomîne.

Komînên taybet bi jinan li taxa El-Cebeliya El-Şerqî, taxa El-Xerbî û taxa Bakur hatine avakirin. Rêveberên Mala Jinê diyar kirin ku piştî avakirina komînan li navçeyê bidawî bikin wê dest bi gundan bikin.

Her komînek ji 6 kesan pêk tê. Di her komînekê de 5 komîte hene (Komîteya Çandê, tendirûstî, aborî, perwerde û lihevanîn(.

Erka van komînan ew e ku jinên navçeyê perwerde bikin da ku ji rola xwe di hemû aliyên jiyanê de pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Mala Jinê Xewla Abdulcebar got ku ji bo rêxistinkirina jinan û pêşxistinê jinê, wan dest bi avakirina komînên jinan kirin.

Xewla destnîşan kir ku pitşî komînên jinan hatine avakirin taxên navçeyê zêdetir bi rêxistin bûne.

(bx)

ANHA