6 partiyan li Hewlêr encama hilbijartinan şermezar kirin

Li dijî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê li bajarê Hewlêr 6 partiyan û aligirên wan xwepêşandan lidar xistin, encam protesto kirin.

6 partiyan li Hewlêr encama hilbijartinan şermezar kirin
15 gulan, 2018   15:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê Hewlêr Tevgera Goran, Tevgera Îslamî, Komeleya Îslamî, Hevpeymana ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê, Yekgirtûya Îslamî û Hizba Komunîst li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a bajarê Hewlêr xwepêşandan lidar xistin. Bi sedan kes tevlî xwepêşandanê bûn.

Li ser navê xwepêşanderan parlamentera Yekgirtûya Îslamî li parlamentoya Herêma Kurdistanê Kejal Hadî ji çapemeniyê re axivî û got; “Emê li dijî dengên me yên hatine dizîn hemû hewldanan bikin. Pêwîste Neteweyên Yekbûyî demek zû de li hemberî van sextekariyan nerazîbûn nîşan bidin û sînorek ji bo hizbên desthilatdar ên Herêma Kurdistanê danin.”

Duh li bajarê Silêmanî Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, Tevgera Goran, Hevpeyman, Tevgera Îslamî û Hizba Komunîst kom bûn û piştî civîna xwe diyar kirin ku ewê li dijî sextekarî û dengên hatine dizîn nerawestin û çalakiyên cûda lidar bixin.