Welatiyekî Filistînî bi guleya sekvanên Îsraîlî jiyana xwe ji dest da

Li rojhilatê kampa El-Birîc welatiyekî Filistînî bi guleya sekvanên hêzên Îsraîlî jiyana xwe ji dest da. Li başûrê Xezayê jî 9 kes birîndar bûn. 

Welatiyekî Filistînî bi guleya sekvanên Îsraîlî jiyana xwe ji dest da
15 gulan, 2018   15:11

XEZA

Nûçegihanê ANHA′yê ji herêmê ragihand ku li rojhilatê kampa el-Birîc a dikeve navenda Xezayê welatiyê Filistînî yê bi navê Nasir Xerab (51) bi guleya sekvanên hêzên Îsraîlî jiyana xwe ji dest da. Her wiha diyar kir ku li heman cihî 3 kesên din û li başûrê Xezayê jî 9 kes birîndar bûn. 

(mm)

ANHA