Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan

Buroya Ciwanan a MSD′ê li ser asta Bakurê Sûriyeyê civînek ji jinên ciwan re li dar xist.

 Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan
 Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan
 Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan
 Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan
 Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan
 Jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê Ii hev civiyan
15 gulan, 2018   15:01

HESEKÊ

Civîn bi beşdariya bi dehan jinên ciwan ên Bakurê Sûriyeyê hat lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Buroya Ciwanan a MSD′ê Rehşan Xidir axivî û bal kişand ser girîngiya rola jina ciwan di civakê de. 

 Endama Rêveberiya rêxistina ciwanan di nava PYD′ê de Leylan Qasim axivî  û da zanîn ku projeya neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw a aloziyên Rojhilata Navîn e. 

Leylan da zanîn ku Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeriya Tirk berdewam e heta Efrîn rizgar bibe û gel vegere warê xwe. Di dawiya axaftina xwe de Leylan bal kişand ser girîngiya beşdariya jina ciwan di hemû qadên jiyanê de. 

Piştre derbarê girîngiya beşdariya jina ciwan di qadên siyasî, leşkerî û civakî de hat vegotin û bal hat kişandin ser girîngiya rêxistinkirina jina ciwan da civak ji zihniyeta desthilatdar rizgar bibe. 

Civîn bi sînevizyonekê li ser berxwedana şervanên YPJ′ê li Efrînê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA