Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe nirxand

Akademiyên Civaka Demokrtîk ên herêmên Firatê civîna xwe ya 6 mehan lidar xistin û kar û xebatên xwe nirxandin.

Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe nirxand
Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe nirxand
Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe nirxand
Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe nirxand
15 gulan, 2018   12:52

KOBANÊ

Akademiyên Civaka Demokrtîk ên herêma Firatê îro civîna xwe ya 6 mehan lidar xistin. bi dehan endamên komîteyên Civaka Demokratîk tevlî civînê bûn. Di civînê de kar û xebatên 6 mehên derbasbûyî hatin nirxandin.

Her wiha endam û rêveberên akademiyan, Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Firatê, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, rêveberên Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê (PDKS), Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Kobanê û her wiha yek ji rêveberên Zaningeha Kobanê Ednan Hesen beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rapora kar û xebatên akademiyan hate xwendin. Li gorî raporên hatin xwendin ku 15 dewreyên perwrdeyê bi tevlîbûna 509 endamî li herêma Firatê hatin bidawîkirin. Di dewreyên perwerdeyê de 56 dersên cûr be cûr hatin dayîn.

Her wiha komîteyên Perwrdeyê hatin avakirin. Erka wan komîteyan ku perwerdeyê di nava Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bişopîne.

Di çarçoveya belavkirina zanebûnê û pêşxisstina asta çandî de akademiyan 2 hezar û 298 pirtûk li sazî û şêniyan belav kir.

Her wiha di raporan de pilansaziya kar û xebatê salekê hate dayîn. Di pilansaziyê de hate gotin ku akademiyek li navçeya Sirîn, yek jî li navçeya El-Qenaya û yek li Kobanê werin vekirin.

Her wih di civînê de pirsgirêkên ku rastî kar û çalakiyên perwerdeyê tên hatin nirxandin. Ji aliyekî din ve kesên ku beşdarî civînê bûn destnîşan kirin ku gelek kêmasî di aliyê dayîna perwerdeyê û şêwazên dayînê li gel kadroyên ku perwerdeyê didin hene û pêwîste werin çareser kirin.

Di dawiyê de hate gotin ku akademiyên Civaka Demokratîk gelek gavên ber bi çav avêtin.

(bx)

ANHA