Navenda çandê li Til Hemîsê tê vekirin

Tevgera Çand û Huner a navçeya Til Hemîs piştî ku kar û xebatên sererastkirinê bi dawî kir, amadekariyên vekirina navendê dike.

Navenda çandê li Til Hemîsê tê vekirin
Navenda çandê li Til Hemîsê tê vekirin
Navenda çandê li Til Hemîsê tê vekirin
Navenda çandê li Til Hemîsê tê vekirin
Navenda çandê li Til Hemîsê tê vekirin
15 gulan, 2018   11:01

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Tevgera Çand û Huner a kantona Qamişlo ji beriya 4 mehan xebatên sererastkirina navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîs dabû destpêkirin.

Armanc ji vekirina navendê aktîvkirina vejandin û pêşxistina çand û filkora gelên navçeyê ye.

Ji rêveberên Tevgera Çand û Huner a navçeya Til Hemîs Simko Cûdî diyar kir ku wan ji 15`ê Kanûnê ve dest bi sererastkirina navendê kirin û got ku wan navendê bi teklufeya 15 mîlyonên L.S hate sererastkirin.

Simko Cûdî destnîşan kir ku wan komîteyên çandî yên girêdayî meclîsa navçeyê û bajarokên girêdayî wê ava kirin û her wiha hevserokên wan jî hatin hilbijartin.

Cûdî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo  ku çand û huner li herêmê pêş bikeve û her wiha afrênerên li herêmê pêş bikevin wê navenda ji nûve aktîv bikin.

Cûdî diyar kir ku navenda wan wê di roja çarşemê de bi merasîmekê were vekirin.

(bx)

ANHA