Cenazeyê şehîd Elî li goristana Şehîd Sêvdar hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Keramê cenazeyê şervanê QSD′ê Elî Ibrahîm (Şîtîn) li goristana Şehîd Sêvdar oxir kirin. 

Cenazeyê şehîd Elî li goristana Şehîd Sêvdar hat oxirkirin
14 gulan, 2018   16:14

REQA

Girseya gel li qada Selama kom bûn, cenazeyê şehîd Elî Ibrahîm (Şîtîn) ku 8′ê Gulanê şehîd bûye wergirtin û ber bi goristana Şehîd Sêvdar ve ketin rê.  Di merasîma oxirkirinê de şervanên QSD′ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Keramê amade bûn. 

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Sayil, bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Husam Xabûr û bi navê QSD′ê Ibrahîm Keramê axivîn. 

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û dane zanîn ku cangoriyên azadiyê ji bo rizgarkirina tevahî Bakurê Sûriyê ji terorê canê xwe feda kirine. Her wiha axêveran soza şopandina riya şehîdan dan. 

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin. 

(mm)

ANHA