Balyozxaneya Amerîkî li Qudsê hat vekirin û şer didome

Îro li Qudsê balyozxaneya Amerîkî bi awayekî fermî hat vekirin. Di heman demê de li bakurê bajêr şer diqewime û li Xezayê hejmara kuştiyan rabû 43 kesan.

Balyozxaneya Amerîkî li Qudsê hat vekirin û şer didome
14 gulan, 2018   16:02

XEZA

Amerîka îro balyozxaneya xwe bi awayekî fermî li Qudsê vekir. Serokê Amerîka Donald Trump bi riya îneternetê beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê bû û got ku Quds paytexta Îsraîlê ye, her wiha diyar kir ku Îsraîl dewleteke serbixwe ye û mafê wê heye ku payexta wê were destnîşankirin.   

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka John Sullivan jî da zanîn ku destnîşankirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê û vekirina balyozxaneya Amerîkayê li wir, gaveke erênî ber bi aramiya Qudsê û tevahî cîhanê ye. 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu spasiya Serokê Amerîkî kir û got ku divê ev kêliya dîrokî neyê jibîrkirin. Netanyahu wiha got, ″Trump dîrokeke nû nivîsand. Em li virin û em ê her li vir bin. Quds dê her paytexta dewleta Îsraîlê be.″

 Bi merasîmên vekirina balyozxaneyê re hemwext, li herêma Qelendiya ya bakurê bajarê Qudsê di navbera ciwanên Filistînî û hêzên Îsraîlê de şerekî dijwar derket. Di encamê de 56 ciwanên Filistînî û 13 leşkerên Îsraîlî birîndar bûn. Di şerê Xezayê de jî hejmara kuştiyan bû 43 û hejmara birîndaran jî bû du hezar û 235 kesan.

 Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafirên Îsraîlê gelek herêmên Xezayê ku ciwanên Filistînî lê bi cih dibin, bombebaran dike. 

Rêveberiya Bilind a Filistînê ragihand ku xebatên hemû wezaretan hatine rawestandin û ji bo şehîdên Xezayê şîn hatiye ragihandin.

(mm)

ANHA