Ji ber barana dijwar koçberan gelek zehmetî dîtin

Ji ber barana dijwar koçberên kampên herêma Minbicê gelek zehmetî dîtin.

Ji ber barana dijwar koçberan gelek zehmetî dîtin
Ji ber barana dijwar koçberan gelek zehmetî dîtin
Ji ber barana dijwar koçberan gelek zehmetî dîtin
Ji ber barana dijwar koçberan gelek zehmetî dîtin
14 gulan, 2018   15:40

SELWA EBDULREHMAN/MINBIC

Li gelek herêmên Minbicê baraneke dijwar bariya û mal di nava avê de man. Her wiha rewşa koçberan hê xerabtir bû. 

Di vê çarçoveyê de koçberên kampa rojhilat a dikeve gundê Resim Exder a Minbicê gelek zehmetî dîtin ji ber ku konên wan di nava avê de man û ziyan gihîşt pêdiviyên wan ên jiyanî. 

Koçberên kampê ji ANHA′yê re axivîn û dane zanîn ku ji ber barana dijwar konên wan di nava avê de man û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku alîkariya wan bikin. 

Endamê Rêveberiya kampê Îmam Mustefa diyar kir ku piraniya konên kampê ji ber baranê ziyan dîtin û wiha got, ″Em bi hemû derfetên xwe dixebitin, da bi koçberan re bibin alîkar û pêdiviyên wan bi cih bînin.″

(mm)

ANHA