Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin

Rêveberiya kampa Serdemê parçeyek erd ji şêniyên kampê re veqetand, da sebzeyan lê biçînin û pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Dê tovên çandiniyê, semad û av ji aliyê rêveberiya kampê ve bêne peydakirin.

Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
Şêniyên kampa Serdemê xebatên çandiniyê dikin
14 gulan, 2018   05:55

HENAN MIHEMED/ŞEHBA

Rêveberiya kampê du donim erd ji şêniyên Efrînê yên li kampê dijîn re peyda kir da sebzeyan biçînin, pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin û malbatên xwe xwedî bikin.  

Dê pêwîstiyên çandiniyê ″tovên bacanên sor û şer, xiyar, baxdenos û hwd, semad û av″ ji aliyê rêveberiya kampê ve bêne peydakirin.  

Cotkarê bi navê Mihemed Ehmed Silêman diyar kir ku divê av û semad were peydakirin, da berhemekî baş derkeve. Silêman wiha got, ″Em ê bi hemû keda xwe bixebitin da berhemekî baş berhev bikin. Ji ber ku piştî em ji Efrînê derketin rewşa me ya aborî zehmet bû.″

Hewa û axa herêma Efrînê ji çandina hemû cûreyên sebzeyan re guncaw e û hejmareke mezin ji gelê Kantona Efrînê li Şehbayê xebatên çandiniyê dikin. 

Ev gav ji bo destekdayîna gelê Efrînê yê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ji warê xwe hat koçkirin, hat avêtin.  

(mm)

ANHA