Şervan: Em bi tevlîbûna hemleya tunekirina DAIŞ'ê serbilindin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor diyar kirin ku ew bi tevlîbûna hemleya rizgarkirina herêmê serbilindin û tekez kirin ku qonaxa duymeîn a hemleya Bagera Cizîrê dê DAIŞ li rojhilatê Çemê Firatê û tevahî Bakurê Sûriyê tune bike.

Şervan: Em bi tevlîbûna hemleya tunekirina DAIŞ'ê serbilindin
14 gulan, 2018   05:41

EMAR EL-XELEF-AZAD SEFO/DÊRAZOR

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor a di bin banê QSD'ê li endiya gundê Baxoz tekoşînê dikin ji ajansa me re axivîn. Şervanê bi navê Ebdulezîz Raşid El-Elî diyar kir ku hemleya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina sivîlan hatiye destpêkirin û wiha dom kir: "Hemleya me bi hemû hêza xwe didome. Em şêniyên Dêrazorê ne, ji erkê me ye ku em beşdarî hemleyê bibinb û xizmên xwe û xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."

Şervanê bi navê Deham El-Elî yê ji bajarê Dêrazorê di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku hêzên QSD'ê bi hezaran sivîlên Bakurê Sûriyê ji çeteyan rizgar kirine û wiha dom kir: "Niha jî em şêniyên herêmên di bin destê çeteyên DAIŞ'ê de mane, rizgar bikin. Hemleya Bagera Cizîrê li ser banga şêniyên herêmê pêk hatiye. Welatiyan ji QSD'ê xwest ku wan bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê xilas bikin. Di encama qonaxa dawî ya hemleyê DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe."

Deham El-Elî di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû şênyiyên Dêrazorê kir ku piştgiriya QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bikin, da ku di zûtirîn dem de herêm ji DAIŞ xilas bibe û ewlekarî û aramî li herêmê pêk were.

Şervanê bi navê Mehmûd El-Îsa jî destnîşan kir ku ew bi tevlîbûna hemleya Bagera Cizîrê serbilind in û ev tişt anî ziman: "Muralê me bilinde, em serbilindin em tevlî QSD'ê bûne. Îro em berê çekên xwe didin noqteyên dawî yên DAIŞ ku li rojhilatê Firatê mane. Ev serkeftineke mezin e. Hemleya me wê DAIŞ'a ku bi salan bîna welatiyên herêmê çikandibû bi dawî bike."

(dc)

ANHA