Bi sedan kesî sersaxî ji malbata Şehîd Delîl Amûdê re xwestin

Bi sedan welatiyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata Şervanê YPG'ê Delîl Ebdulrezaq (Delîl Amûdê) yê li Şedadê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû re xwestin.

Bi sedan kesî sersaxî ji malbata Şehîd Delîl Amûdê re xwestin
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata Şehîd Delîl Amûdê re xwestin
12 gulan, 2018   13:11

QAMIŞLO

Endamên saziyan, fermnadar û şervanên YPG û YPJ jî di nava de bi sedan welatiyên kantona Qamişlo serdana konê sersaxiyê ya li gundê Dîkê ya navçeya Amûdê hatiye vekirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Konê sersaxiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG û YPJ hatibû xemilandin.

Di bin konê sersaxî de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî û sersazî ji malbata şehîd Delîl re xwest û soz da ku dê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.

Li ser navê TEV-DEM'ê jî Mezher Şêxo axivî û wiha got: "Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxidstin bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan e. Bela dijmin bizane ku emê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin û  em ê xeta şehîdên xwe bidomîn in û destkeftiyan heta dawî biparêzin."

Serdana konê sersaxiyê hîn jî didome.

Fermandarê YPG'ê Delîl Amûdê dema erka xwe pêk tanî li herêma Şedadê şehîd bû û duh bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Ismaîl Hogir a li navçeya Amûdê hate definkirin.

(dc)

ANHA