Li Rojhilatê Kurdistanê û Tehranê mamoste daketin qadan

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û paytexta Îran Tehranê mamoste daketin qadan û polîtîkayên rejîma Îranê yên xwemalîkirina perwerdeyê û nedayina sîgorta mamosteyan şermezar kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Tehranê mamoste daketin qadan
10 gulan, 2018   12:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tehranê mamoste li ber avahiya Navenda Budçeyê li hev civiyan û li dijî polîtîkayên rejîmê derketin ku dibistanan xwemalî dike û perwerdeyê jî dike sîstema bi pere. Mamosteyan gotin, ew destwerdana rejîma Îranê ya li mamosteyan û sîstema perwerdeyê qebûl nakin û ji rejîmê xwestin ku tavilê dest ji van şaşitiyên xwe berde.

Li bajarên Merîwan, Seqiz û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê jî mamoste bi heman armancê daketin qadan û polîtîkayên perwerdeyê yên rejîmê şermezar kirin. Mamoste li ber Navendên Perwerdeyê li hev civiyan û dirûşmên "Nan, kar, azadî", "Sîgorta mafê mamosteyan e" û "Nabe ku perwerde bê xwemalîkirin" qîriyan.