Ji malbata Şehîd Hemûdî re sersaxî xwestin

Bi sedan welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hemûdî Kobanê yê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû re xwestin.

Ji malbata Şehîd Hemûdî re sersaxî xwestin
Ji malbata Şehîd Hemûdî re sersaxî xwestin
Ji malbata Şehîd Hemûdî re sersaxî xwestin
Ji malbata Şehîd Hemûdî re sersaxî xwestin
10 gulan, 2018   10:02

KOBANÊ

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hemûdî Kobanê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû. Cenazeyê Cenazeyê Kobanê duh bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dicle hate definkirin. Îro jî bi sedan welatiyên Kobanê serdana konê sersaxiyê ku li ber malbata Şehîd Hemûdî ya li taxa Botana Rojhilat a Kobanê hate vekirin, kirin.

Girseya gel sembola Saziya Malbatên Şehîdan, ala TEV-DEM û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn.

Di bin konê sesaxiyê de piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Hemûdî û hemû hevalên wî re xwestin û got ku şehîdên herêmê ji bo azadiyê canê xwe feda kirin û soz da ku dê heta dawî xeta şehîdan bidomîn in.

Serdana konê sersaxiyê hîn jî didome.

(dc)

ANHA