Komîteya aborî soz da pirsgirêka nan çareser bike

Şêniyên Girê Spî ji ber cûreyê nanê li firneyên otometîk ên giştî tê çêkirin ne başe, serî li kirîna nanê taybet didin. Komîteya Aborî jî soz da welatiyan ku dê pirsgirêkê çareser bikin.

8 gulan, 2018   08:49

GULÎSTAN MIHEMED/GIRÊ SPÎ

Li kantona Girî Spî cûreya nanê ku li firneya otometîk tê çêkirin ne başe. Ev yek dibe cihê nerazîbûna welatiyên kantonê. Welatî her wiha serî li nanên taybet ku buhayê wê zêde dikin.Di demên dawî de ev mijar di nava civakê de bûye rojev.

Jina bi navê Nûra El-Elî diyar kir ku ji ber cûreya nan a di firneya otomatîk de tê pijandin ne başe, lewma ew serî li kirîna nanê firneyên taybet dikin. Nûra, bang li aliyên têkidarî kir ku li ser mijarê bisekinin da ku pirsgirêk were çareserkirin.

Weys Faûr xwediyê xwaringeheke Girê Spî ye, derbarê mijarê got ku beriya mehekê nan baş dihat çêkirin û wiha dom kir: "Kesî ji cûreya nan kazinc ne dikir, lê ji beriya zêdeyî 15 rojan ve ji ber cûreyê nan na baş bû karê min kêm bû. Lewma min serî li kirîna nanê firneyên taybet da."

Hevseroka komîneke Girê Spî Celîle Osman diyar kir ku giliyê welatiyan di demên dawî de li ser cûreyên nan zêde bû ye.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Girê Spî Elî Hemîdî li ser mijarê got ku sedema ne başbûna cûreya nan ew ku yên firin girtine bi miqdarên mezemeyên di çêkirina  nan de têne bikar anîn, dilîzin.

Hemîdî soz da ku dê li ser mijarê bisekinin da ku di rojên pêş de di zûtirîn dem de were çarserkirin.

(dc)

ANHA