Hemleya li dijî nexweşiya kolêra hate destpêkirin

NY û Hevgirtina Gafî ya Xêrxwaziyê mezintirîn hemleya aşlekirina li dijî nexweşiya Kolêra li Efrîqiya da destpêkirin. Hate gotin ku ev mezintrîn hemelya aşlekirinê di dîrokê de pêk tê.

Hemleya li dijî nexweşiya kolêra hate destpêkirin
8 gulan, 2018   08:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevgirtina Gafî ya Xêrxwaziyê diyar kir ku ew ê di çarçoveya hemleyê de zêdeyî milyonek kes di riya dev re aşle bikin û got ku ev hemleya wan beşa 5'an ji hemleyên mezin ên li Malî, Nêjîriya, Başûrê Sûdan, Ogenda û Zambiya hate destpêkirin. Hate zanîn ku dê hemleya di nîvê meha hizêranê de bi dawî bibe.

Serokê Hevgirtina Gafî Seth Berkeley derbarê hemleyê de got ku bi vê hemleya wan bersiva zêdebûna belavbûna nexweşiya kolêra ku li Afrîqayê pêk tê dane.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku derdora milyonek û 300 hezar welatî salane bi nexweşiya kolêra dikevin, di encamê de derdora 143 hezar kes li welatên xizan jiyana xwe ji dest didin.

Mudîrê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tidros Edhanum Gibressus bi daxuyaniyekê diyar kir aşlekirina di riya devan re riya herî baş a li dijî nexweşiyaya kolêra ye.

Nexweşiya Kolêra di nava welatiyan de belav dibe, di riya xwarinê û avê ji kesan vedigre.

(dc)