Hêzên Îranê kolberek kuştin

Lî sînorê Newsudî ya ser bi parêzgeha Kirmaşan, hêzên Îranê komek kolber xistin kemînê, piştî ew girtin êşkence kirin û kolberek jî ji zinar avêtin xwarê û kuştin.

Hêzên Îranê kolberek kuştin
8 gulan, 2018   08:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyek a qenala Telegramî Kolbernews, kolberê binavê Mihemed Kerîm Rehmanî yê ji bajarê Kamyaranî girêdayî parêzgeha Sine, li ser sînorê Newsud a girêdayî Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve piştî hate êşkencekirin, ew ji zinar avêtin xwarê û kuştin.

Li gorî malperê Mihemed û gelek kolberên din ketine kemîna hêzên rejîma Îranê. Di encama kemînê de hêzên rejîmê gelek kolber êşkence kirin û Mihemed Kerîm jî qetilkirin.

Hêjayê gotinê ye kasibkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê bi rojane di nava çalakiyê de ne. Kasibkar û esnaf daxwaz ji hikûmetê dikin da ku rêyên sînor werin vekirin û nirxê bac û gomrikê were kêmkirin. Lê heya niha hikûmetê tu bersivek nedaye kasibkaran. Berevajiyê vê her roj kasibkar tên kuştin û rejîm zextê li kasibkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê dike.