'Dewleta Tirk siyasetên qirêj li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîne'

Rewşenbîrên ereb ên ji bajarê Helebê siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê herêmê dide meşandin şermezar kirin û gotin ku dewleta Tirk siyasetek qirêj li dijî gelê herêmê dide meşandin û dixwaze bi hemû rêbazan pêkhateyên herêmê tune bike.

'Dewleta Tirk siyasetên qirêj li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîne'
6 gulan, 2018   06:42

ROZANA DADO / HELEB

Bi nêzîkbûna roja 6'ê Gulanê roja şehîdan li Sûriyê û Lubnanê, gelê herêmê komkujiyên ku fermandarê Osmanî Cemal Paşa (Sefah) li dijî zanyar û rewşenbîrên hermê pêk anî, bibîr tîn in. Di komkujiya ku rewşenbîrên ku di nava hewldanan de bûn ku herêmê ji nezanî û tevlîheviya ku 400 salan tê de mabûn bi dawî bikin, hatin kuştin.

Rewşenbîrên ji pêkhateyên ereb ên bajaêr Helebê derbarê vê rojê de ji ajansa me re axivîn.

Berdevkê Fermî yê Buroya MSD'ê li Helebê Yihya Mehmûd derbarê vê rojê de got ku ew di vê rojê de bîranên bi êş jiyan dikin û wiha dom kir: "Ên Cemal Paşa ew darve kirin hemû rewşenbîr bûn. Wan şerê fikrê ronakbîrî dikir. Li Lubnan û Sûriyê hatin darvekirin. Armanca wan bi vê yekê kes tune be li dijî dagirkeriya Osmanî ku 400 salî li herêmê dewam kir, şer neke."

Mihemed her wiha destnîşan kir ku yên di dema têkçûyîna Osmaniyan de derketin dixwestin xwe pêş bixin û wiha dom kir: "Rewşenbîran pîlanên Osmaniyan fam kirbû. Dema Osmaniyan feriq kir ku ew li beranberî xetera pêşketina civakê ne, hemû rewşenbîr û ronakbîr darve kirin."

Mehmûd, di berdewama axaftina xwe de jî got ku heger mirov dîrok paş de vegerand ew di îro de tê jiyan kirin û wiha dom kir: "Nihe jî Tirkirina herêmê bi reng û şeklekî nû di herêmê de pêk tê. Dewleta Tirk herêmek fireh ji xaka Sûriyê dagir kirine. Li wan herêman jî siyaseta tirkirinê tê meşandin. Siyaseta dewleta Tirk a dagirker ji siyaseta pêşiyên wan ên Osmanî xetertir e."

Endama MSD'ê Fatma El-Hisên jî derbarê mijarê de bibîr xist ku roja 6'ê gulanê ji hemû gelê herêmê re bûye mînaka berxwedana li dijî dagirkeran re û ev tişt anî ziman: "Gelekî girînge ku şopa wan tekoşeran were şopandin. Dewleta Osmanî siyaseta tunekirin û darvekirina şêx Ebdulhemîd El-Zehrawî da meşandin da ku tirsê bixe dilê kesên doza azadiyê dikin."

Fatma her wiha destnîşan kir ku niha jî dagirkeriya Osmanî bi naveke din vedigere herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê tişta li ser erdê dibe, diyar dike ku dixwazin zimanê Tirkî li ser gelê herêmê feriz bikin. Herêmên dagir dikin, alên Tirkiyê lê bilind dikin."

Endama MSD'ê Fatma El-Hisên di dawiya daxaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk dixwaze nasnameya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê tune bike û xewnên xwe yên dagirkeriyê careke din vejîn bikin.

(dc)

ANHA