Helbestvan û nivîskar: Me xwest dengê Efrînê ji cîhanê re ragihînin

Helbestvan û nivîskarên ku beşdarî mihrîcana Rojava ya çand û hunerê bûn, diyar kirin ku wan xwest bi hunerên xwe dengê berxwedana ji cîhanê re ragihînin û bidin xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze dîroka gelan ji holê rake.  

Helbestvan û nivîskar: Me xwest dengê Efrînê ji cîhanê re ragihînin
5 gulan, 2018   15:37

DICLE EHMED-ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Li bajarê Kobanê 5′emîn mihrîcana çand û hunerê di bin dirûşmeya ″Em hemû Efrîn in″ de hat lidarxistin. Di mihrîcanê de bi dehan helbestvanan helbestên xwe gotin, her wiha şanoyek li ser berxwedana Efrînê û belgefilmên li ser rola rewşenbîran a gihandina dengê gel ji raya giştî re, hatin pêşkêşkirin. 

Helbestvan û rewşenbîran ji ANHA′yê re axivîn û diyar kirin ku wan xwest bi riya huner û wêjeya Kurdî piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê, her wiha Berxwedana Serdemê ji cîhanê re ragihînin.  

Helbestvan û Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava Ehmed Huseynî axivî û diyar kir ku wan xwest bi riya mihrîcana çand û hunera Kurdî dengê Efrînê bigihînin raya giştî û ji cîhanê re bidin xuyakirin ku çawa Kurd rastî kiryarên kuştin, komkujî û hemû kiryarên hovane tên. Huseynî soza şopandina riya şehîdan nû kir. 

Nîgarvan Mihemed Şahîn jî ku di tabloya xwe de trajediya gelê Efrînê xêz kir, got ku madem dagirkeriya Tirk siyasetên qirkirinê bidomîne, wê her xwîn biherike. 

Şahîn desnîşan kir ku dewleta Tirk a bê dîrok dixwaze bi darê zorê dîroka gelan ji holê rake û wiha domand, ″Dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê siyaseta qirkirinê û guhertina demografiyê dide meşandin. Lê vîna gelê Kurd ji van siyasetan xurtir e. Em ê berxwedana xwe bidomînin çand, ziman û hunera xwe ya Kurdî biparêzin û destûr nedin planên dagirkeriya Tirk. Wê Efrîn rizgar bibe.″

Endama Komîteya Amadekar a mihrîcanê Enahîda Şêxî jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku mihrîcana çand û hunera Kurdî ya li ser asta Rojava li bajarê Kobanê hat lidarxistin û wiha axivî, ″Helbest, çîrok û şanoyên ku di mihrîcanê de hatin pêşkêşkirin, bal kişandin ser girîngiya domandina têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê.″

Mihrîcana Rojava ya çand û hunerê beriya niha li gelek bajarên Ewrûpayê hatiye lidarxistin. Îsal mihrîcana 5′emîn li bajarê Kobanê hat lidarxistin. 

(mm)

ANHA