ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.05.2018
6 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*TEV-DEM bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, bi meclîs û komînên herêmî re dicive, rewşa ceyranê û xwendinê nirixîne. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gelê Sûriyê û Lubnanê her roja 6'ê Gulanê ji her sal wekî cejna Şehîdan pîroz dikin. Serpêhatiya vê rojê çiye û rola Osamiyan di komkujiya ku di vê rojê de li herêma Mercê pêk hat çiye? Tiştê balkêş ku niha dewleta Tirk a ji bermahiyên Osmaniyan  hatiye avakirin heman xeta tunekirina gelan dide meşandin. Di vê dosyê de em ê bersiva van piryaran bidin û mijarê bi awayekî berfireh binirxîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê diyar kirin ku ew ê tu carî ji dagirkeran re teslîm nebin û dan zanîn ku heta Efrîn ji dagirkeran neyê paqijkirin ew ê venegerin Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji komên çete vediqetin û xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin û kiryarên çeteyan vedibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN 

*Hêzên QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê didomîne, di heman demê de guhertina demografî di xaka Sûriyê bi sponseriya Rûsiya, Îran û Dewleta Tirk didome. Li Lubnan û Îraqê jî hilbijartin, li Tirkiyê jî Ebdulah Gul namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê kişand. Ev mijarên serkeke yên hefteya derbasbûyî bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Rewşenbîrên ereb ên ji bajarê Helebê siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê herêmê dide meşandin şermezar kirin û gotin ku dewleta Tirk siyasetek qirêj li dijî gelê herêmê dide meşandin û dixwaze bi hemû rêbazan pêkhateyên herêmê tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Sekreterê Partiya Çep a Sûriyê Mihemed Mûsa derbarê bê dengiya dewleta Îraqê ya li ser dagirkeriya dewlet Tirk ev tişt anî ziman: "Tiştekî şerme ku dewleta Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û hikûmeta navendî ya Îraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê deng in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Bazirganên bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ji bo karê bazirganiyê bikin qeraxên riyan bi kar tînin, ev yek tevgera welatiyan ateng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*"Bi xwe xizmeta xwe bike, li benda tu kesî nemîne" Şêniyên gundê Heremê Şêxo ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê van gotinan wekî diruşme di jiyana xwe de bikar tîn in. Welatî li ser esasê jiyana komînal pirsgirêkên xwe çareser dikin û pêdiviyên xwe pêk tîn in. Gundiyan di riya komînê re sindoqa gund saz kirine û di rewşên awerte de bikar tîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA