Metirsiya li ser jiyana Ramîn Hisên berdewam e

Piştî ku hate ragihandin Ramîn Hisên Penahî wê bê darvekirin, raya giştî ya Îran û Kurdistanê li ser torên civakî nerazîbûnek mezin nîşan dan û di 48 saetan de Penahî bû rojeva cîhanê. Li ser vê rejîma Îranê darvekirina Pehanî ji bo demek nediyar rawestand, lê metirsiya darvekirinê hîna didome.

Metirsiya li ser jiyana Ramîn Hisên berdewam e
5 gulan, 2018   10:37

NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gor nûçeya BCC ya Brîtanî pêngava li ser Twitterê ya bi navê ‘jiyana Ramîn Hisên Penahî biparêze’ destpê kiriye, di nava 48 saetan de 230 hezar caran hatiye belavkirin. Vê jî raya giştî li ser metirsiya li ser jiyana Ramîn agahdar kiriye.

 Piştî destpêkirina pêngava ‘Jiyana Ramîn Hisên Penahî’, alîgirên rejîma Îranê dijî vê dest bi pêngevek din kirin a bi navê ‘Komele çi ye?’ û xwestin ku darvekirina Ramîn Hisên Penahî rewa bikin.

 Belê civaka Îran û Kurdistanê bi şêweyek xurt pêngava ji bo parastina jiyana Ramîn berdewam dikin.

 Li aliyê din jî rêxistina Amnesty di nava 24 saetan de banga piştgiriya ji bo pêngava ‘Ramîn biparêzin’ kir û daxwaza rizgarkirina Ramîn ji darvekirinê kir.

 Amnesty diyar kir ku dadgeha Îranê li ser îdiaya ku Ramîn Hisên Penahî hewl daye kesan bikuje ti belgeyek eşkere nekiriye, yan jî li ser çeka ku li ser bû di dema ew girtine de.

 Piştî zêdebûna nerazîbûnan li hemberî biryara darvekirina Ramîn, rejîma Îranê ew ji hucreya yekesî cardin birine girtîgehê û darvekirina Ramîn ji bo demek nediyar rawestand. Lê metirsiya darvekirina Ramîn Hisên Penahî hîna didome.

 Ramîn Hisên Penahî girtiyê siyasî ye, ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Par ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û piştre dadgeha Şoreş a Îslamî bi îdiaya ‘şerê li gel hikûmeta Îslamî’ cezayê darvekirinê lê biriye.