5‘emîn Mihrîcana Rojava dest pê kir

Beriya çend kêliyan, çalakiyên 5‘emîn Mihrîcana Çand, Huner û Wêjeya Kurdî ya Rojava dest pê kir.

5‘emîn Mihrîcana Rojava dest pê kir
5‘emîn Mihrîcana Rojava dest pê kir
5‘emîn Mihrîcana Rojava dest pê kir
5 gulan, 2018   09:19

KOBANÊ

Mihrîcan bi armanca vejînkirina çand, huner û wêjeya Kurdî ya Rojava bi dirûşemay "Em hemû Efrîn in" hatiye birêxistinkirinji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran a Rojava ve hatiye organîzekirin. 24 helbestvan, hunermendên şêwekar, rewşenbîr û nivîdar û komên şanoyê bi berhemên xwe di mihricanê de cih girtine.

Mihrîcanê li salona Newroz a bajarê Kobanê  bi beşdarbûna helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, şêwekar, her wiha Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirê, Rêveberên PYD û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê dest pê kir.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava Ehmed Huûseynî axaftina destpêkê kir û got, "Mihrîcana Rojava, vejandina çanda kurdî ye û xûrkirina koka pirengiya çandî ye. Piştî ku em li Elmanya mihrîcan li dar dixist, êdî em li ser xaka xwe lidar dixin û nêrînên xwe parve dikin."

Piştî axaftina Huseynî belgefîlmeke li ser dîroka yekîtiyê ji destpêka "Serhildana Qamişlo ya 2014" heta niha, her wiha xebatên yekîtiyê li Ewrupa û Kurdistanê hate pêşkêşkirin. Belgefîlim ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava hatibû amadekirin.

Hêjayî ku mihrîcana yekemîn li bajarê Berbertal ê Elmanya sala 2014‘an de pêk hatibû."

(bb)

ANHA