Misir: Dibe ku em hêzên xwe bişînin Sûriyeyê

Rojnameya El- Ehramê ya Misirê ragihand ku Wezîrê Derve ya Misirê Semîh Şukrî diyar kir ku ihtimala şandina hêzên erebî ji bo Sûriyeyê heye.

Misir: Dibe ku em hêzên xwe bişînin Sûriyeyê
4 gulan, 2018   13:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Şukrî derbarê rewşa li Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku şandina hêzên Erebî ji bo Sûriyeyê pêkan e û wiha dewam kir: "Ew mesele pêkan e. Ev ne tenê li ser asta ragihandinê tê gotin lê herwiha di nîqaş û danûstendinê li ser asta navdewletî jî tê gotin."

Wezîrê Misirê gotiye: "Guhertina leşkerên li Sûriyeyê bi leşkerên erebî di nav ihtimalan de ye."

Medyaya Amerîkayê ragihandibû ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî hewl dide, hêzeke erebî damezirîne da ku şûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê bigire.

Rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê diyar kiribû ku ew dê vê pêşniyarê qebûl bikin, eger ew hêz di bin sîwana hevpeymaniya nadewletî de werin.

Her wiha Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmedê derbarê şandina hêzên erebî ji bo herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) de axivî û diyar kir ku hîn tiştek ji wan re nehatiye gotin.