Rojeva rojnameyên Erebî
Welatên Ereban hewl didin rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyê de vegerînin. Nakokiyên aliyên siyasî li Lubnan û Iraq bi nêzîkbûna hilbijartinan re, her wiha partiyên Tirkiyê jî hewl didin koalîsyoneke li hemberî Erdogan ava bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro de, rewşa Sûriyê, roja azadiya çapemeniyê ya cîhanî, hilbijartinên Iraq û Lubnan, hilbijartinê pêşwxet ên Tikriyê, aloziya li Yemenê girtin dest.
Çete ji başûrê Şamê derdikevin, li gundewarên Humis di bin gefên Rûsya de ne
Derbarê pêşveçûnên dawî li Sûriyê, rojnameyan bal kişandin li se guhertina demografî. Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Derxistina komên çekdar ji başûrê Şamê dest pê kirin" û El-Şeriq El-Ewset "Derbarê başûrê Şamê peymanên nû yên koçberkirinê.. şerê li Wargeha Yermûk didome" weşandin.
Di nûçeya rojnameya El-Şeriq El-Ewset de hate gotin ku"«Cebhet Tehrîr Sûriya» û "«Feyleq El-Şam» pêşniyara Rûsya ya agirbestê li gundewarên bakurê Humisê rek dike. Piştî bidawîbûna pêkanîna peymana girêdayî Wargeha Yermûk ku heta duh berdewam kir, dê îro beşeke ji çekdarên opozisyonê ji başûrê Şamê werin derxisitin."
Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî behsa mijarê nûçeyek bi sernavê "Piştî tehîdîdên Rûsya şênî xwepêşandan li dar xistin…opozisyon qebûl dike ji gundewarê Humis derkeve" weşand û got "Bajar û bajarokên gundewarên Humis ên di bin serweriya çekdarên opozisyona Sûriyê bi leşker û sivîlên xwe piştî zextên Rûsya û hedîdên wê ku êrîşên leşkerî pêk bînin saetên zehmet derbasî kirin. çekdarên opozisyonê çekên xwe yên giran radest nekirin, sivîl jî Ii çareseriyê digierin, li ser vê yekê Rûsya pêşniyareke pêşkêş kir ku wan ber bi bakurê Sûriyê, Idlib û herêmên di bin serweriya Mertala Firatê bişînin, opozisyon pêşniyara Rûsya qebûl kir."
Welatên Erebî hewl didin rola xwe bi xurtahî di çareserkirina aloziya Sûriyê de vegerînin
Mijareke din girêdayî rewşa Sûriyê El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Îşaretên Ereban diyar dike ku merheleyek derbarê aloziya Sûriyê de neyinî derbasî bû."weşand û got " Daxuyaniyê Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Îmarat Enwer Qerqaş yên girîngiya aktîvkirina rola ereban di çareserkirina aloziya Sûriyê de diyar dike ku metiriyên berdewambûna aloziyê heye. Qerqaş li ser hesabê xwe yê Tiwtterê got ku divê rola ereban di çareserkrina aloziyê de were akîvkirin û diyar kir ku xemsariya ji aliyên ereban ve divê berdewam nebe."
Hevgirtineke nû li hemberî Erdogan hate avakirin
Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê " Herî dawî opozisyona Tirkiyê di avakirina "«Hevgirtina hilbijartinan» de bi ser dikeve.. Gelo dê karibe tehdîdan li şansên AKP‘ê û Erdogan bixwe?" û got "Piştî heteyan ji danûstandin û hewldanan, opozisyona Tirkiyê hevgirtineke ji 4 partiyan ava kir.. Tê payîn ku dê roja pênşemê ev hevgirtin bi awayî fermî were ragihandin. Ev partî jî CHP, Partiya Seadet, Partiya Demokratîk û Partiya İYİ pêk tê."
Di berdewama nivîsê de hate gotin ku armanca avakirina hevgirtina nû di serî de ew e ku desthilatdariya AKP‘ê ku di parlamentoyê de tune bike.
Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê kelemçekirî ye
Rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê "Rojnamevan di roja azadiya çapemenyê ya cîhanî rojnamevan daxwaza edaletiyê dikin" weşand. Li gorî nûçeyê "Rêxisitna Efû ya navdewletî bi boneya roja azadiya çapemeniyê ya cîhanî rexneyên tund li desthilatdariya Tirkiyê kir û diyar kir ku azadiya çapemeniyêji beirya du salan ve li Tirkiyê hatiye tê astengkirin. Pispora Rêxistinê di karûbarên Ewrupayê û Asaya Navîn li Rêxistina Efû ya Almanyayê diyar kirin ji destpêla îlankirina rewşa ewarte li Tirkiyê ango piştî derberya Hizêrana 2016‘an de zêdeyî 100 rojnamevan hatin kirin û geleke saziyên ragihandinê hatin girtin."
Di hilbijartinên Iraqê de ‘‘Şerê Sar"
Rojnameya El-Ereb derbarê hilbijartinên Iraqê nûçeyek bi sernavê "Germahiya hilbijartinên Iraqê nakokiyên di navbera Qem û Necef de zêde dike" weşand û got, " herdu lêvegerên Şîî ya Iraq û Îran ‘şerekî sar‘ ku nehatiye ragihandin dikin, ku bandore li ser encamên hilbijartinên Iraqê yên giştî ku dê tê payîn 12‘ê gulanê were destpêkirin bike. Bi mîlyonan Iraqî yê bi Elî El-Sîstanî yê Necef girêdayî ne û fermanên wê yên derbarê rewşa siyasî pêk tînin. Hin Îraqî nêzî Xaminî hene, ji wan serkêşên komên çekdar ên ku dirşûmeyên ‘Berxwedana Islamî"beriz dikin û beşek mezin di nava hêzên Heşid El-Şabî de cih digirin."
Hizbullah bendana li pêşiya wîlayeke nû ji bo El-Herîrî re datîne
Girêdayî hilbijartinên Lubnanê, ji rojnameyên Ereban, El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Hizbullah bendan li pêşiya wîlatyeke nû ji bo El-Herîrî re datîne" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin " Çavkaniyek ragihand ku Hizbullah beriya hilbijartinan li ser du xetên wekhev dixebite. Çavkanî dibînin ku destwerdana Hesen Neserellah di hemleyên hilbijartinan de ji bo destekdayîna lîsteyan e. Xeta yekemîn ew e ku partî di metirsiyê de ye ku pirsgirêk, basît bin jî di saziyên başûr û Bîqa derkevin ku partî li pêşberî girese û Îranê reş bike."
Çalakiyên meşa mezin
Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê çalakiyên ên sibe, nûçeyeke bi sernavê "El-Cîhad El-Islamî duristbûna xeta ((Meşa Vegerê)) tekez dike û çalakiyên gel ên piştgiriya rojnamevana li ser sînor didome" weşand û got, "Çalakiyên gel ên li «konên vegerê» didome. Tevgera Cîhad a Islamî hevdîtineke siyasî li Wargera El-Ewde ya rojhilatê bajaroka Cebalya organîze kir. hejmarek ji fermandarên tevgerê, rûspî û kesayetên navdar beşdar bûn. Ji fermandarê Tevgera El-Cîhad Cemîl Elyan, diyar kir ku gelê Filistînê bi van çalakiyê duristbûna doza filistînê nîşan dide û girîngiya berdewamiya çalakiyan li ser sînor didome."
Hûsiyan dozgerî û saziyên ewlehiyê vediguherînin saziyê pêkanîna tundiyê
Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Yemenê nûçeyek bi sernavê " Hûsiyan saziyên ewlekariyê li dijî mûxalifan bi kar tîne" weşand û got "Koma Hûsiyan dozgerî, saziyên ewlekariyê û yên dewleta Yemenê li Sena û parêzgehên din ên di bin serweriya wê de veguhestin saziyê zorê û tundiyê li hemberî dijminên xwe. Êdî her kesek ku nerîna xwe ne li gorî ya wan be rastî her cûre êşkence, binçavkirin û cezakirin tê."