‘ Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya netewî pêwîst e‘

Siyasetmedaran anîn ziman ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike û banga yekîtiya netewî li gelê Kurd kirin.

‘ Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya netewî pêwîst e‘
3 gulan, 2018   05:54

ŞEVÎN HESEN- ALVA OSÊ / HESEKÊ

Siyasetmedaran têkildarî dagirkirina dewleta Tirk a Kurdistanê ji ajansa me ANHA`ê re axivîn û gotin:" Tirkiyê li Efrînê çete û malbatên wan bi cih dike û bi vê yekê Sûriyê parçe dike.‘‘   

Daxwaza Tirkiyê dagirkirina Kurdistanê ye

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (Yekîtî) li Sûriyê Selah Xelef Biro diyar kir ku Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide ku destwerdana karûbarên Sûriyê yê hundirîn bike û wiha got:‟ Her tim gurûpên çete rêkirin Sûriyê, alîkariya pere û cebilxane kir. Piştî ku çeteyên Tirkiyê têkçûn êdî Tirkiyê bi xwe êrîşî herêmên bi ewle yên weke Efrîne kir.‘‘

Têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê Biro wiha got:‟ Tirkiyê piştî ku Efrîn dagir kir niha bi van êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze Kurdistanê parçe bike.‘‘

Biro di dawiya gotinên xwe de got divê gelê Kurd bighîje yekîtiya netewî û got:‟ Hewldanên Tirkiyê yên xistina fitne di navbera kurdan de didome, divê gelê Kurd li hemberî êrîşên Tirkiyê bighîjin yekîtiya netewî.‘‘

Divê Tirkiyê xwe ji Efrînê bikşîne

Endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Seed Xelo anî ziman ku dewleta Tirk li Sûriyê islama selefî ferz dike û li Efrînê çete bi cih dike.

Ji bo meclîsa Dîlokê jî Xelo wiha got: ‘‘Ev meclîsa di bin ala dewleta Tirk a dagirker de hatiye birêxistin kirin nûnertiya gelê Kurd nake, ji ber vê yekê divê dewletên navdewletî zextê li Tirkiyê bikin ku xwe ji Efrînê vekşîne û gelê Efrînê vegere welatê xwe.‘‘

(np)

ANHA