Li kampa Serdem 400 kon hatin vedan

Piştî kampa Berxwedan hat vekirin pêdivî hat dîtin ku kampeke dîtir ji bo gelê Efrîne were vekirin.

Li kampa Serdem 400 kon hatin vedan
Li kampa Serdem 400 kon hatin vedan
Li kampa Serdem 400 kon hatin vedan
Li kampa Serdem 400 kon hatin vedan
2 gulan, 2018   12:11

HENAN MIHEMED- SÎMAV XELÎL / ŞEHBA

Destpêka vekirina kampa Serdem 150 kon hatibû vedan, niha jî li ser pêdiviya gelê Efrîne hejmara konên kampê hatin zêdekirin û hejmar gihîşte 400 konî.

Endamê rêveberiya kampa Serdem Idrîs Weqas bang li rêxistinên alîkariyê kir ku bi gelê Efrîne yên neçarî koçberiyê bûn, bikin.

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çile gelê Efrîne neçar man ku koçberî herêma Şehba û navçeya Şêrawa bibin.

Heyanî niha tu rêxistinên alîkariyê yên Mafên Mirovan bi gelê Efrîne re nebûne alîkar. Pêdiviya her du kampan li ser alîkariya herêmên Bakurê Sûriyeyê û kurdên Ewrûpa pêkhat.

Kampa Serdem li gundê Sosin ê girêdayî navçeya Ehrez 7`ê nîsanê hat vekirin.

(np)

ANHA