Barîna baranê zehmetiyên Efrîniyan zêde dike

Baranê ku ev 4 roj in li herêma Şehbayê dibare, zehmetiyên Efrîniyan yên li kampên "Berxwedan" û Serdemê" jiyan dikin zêdetir dike.

Barîna baranê zehmetiyên Efrîniyan zêde dike
Barîna baranê zehmetiyên Efrîniyan zêde dike
Barîna baranê zehmetiyên Efrîniyan zêde dike
2 gulan, 2018   11:30

DICLE XELÎL – SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ji berê hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê neçar mane warê terik bikin û li herêma Şehbayê bi cih bûn, di nava şert û mecên zehmet de jiyana xwe derbas dikin. Rêxistinên ku banga mafê mirovan dikin, rewşa wan paşguh kirine. Tenê rêxistinên Heyva Sor a Kurdistanê û şêniyên Bakurê Sûriyê alîkariyan dişînin. Alîkariyên ku têne şandin jî têra hemû şêniyan nake.

Baranê ku ev 4 roj in li herêma Şehbayê dibare, zehmetiyên Efrîniyan yên li kampên "Berxwedan" û Serdemê" jiyan dikin zêdetir dike.

Ji ber baranê çardir dilopan dike, nivîn û pêwîstiyan şêniyan şil dike. Şênî bi derfetên kêm hewl didin derbasbûna avê nava çadiran bisekinîn û qûmê datînin.

Her wiha di hundirê kampê de golê avê çêdibin ji ber vê yekê jî şênî di çûn û hatinê de zehmetiyan dibînin.

(bx)

ANHA