ʹRêjîma Baas bi hedefgirtina noqteyên QSDʹê pişgiriya terorê dikeʹ

Buroya Têkîliyên Giştî ya QSDʹê bi rûspiyên êlên Reqayê re civiya û rewşa dawî ya herêmê nirxand. 

ʹRêjîma Baas bi hedefgirtina noqteyên QSDʹê pişgiriya terorê dikeʹ
ʹRêjîma Baas bi hedefgirtina noqteyên QSDʹê pişgiriya terorê dikeʹ
ʹRêjîma Baas bi hedefgirtina noqteyên QSDʹê pişgiriya terorê dikeʹ
1 gulan, 2018   15:17

REQA

Di civînê de rûspiyên êlên Reqayê û fermandarên QSDʹê amade bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre fermandarên QSDʹê axivîn, bal kişandin ser jinûve destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê û diyar kirin ku hêzên rêjîma Baas şerê li dijî terorê asteng dikin.  Her wiha diyar kirin ku ew ê bi îsrar şerê rizgarkirina gundewarên Dêrazorê bidomînin da herêm bi ewle bibe.

Fermandaran dane zanîn ku ew destûr nadin ku dagirkeriya Tirk li herêmê bigihêje armancên xwe. Her wiha banga hevgirtinê  û piştgiriya QSDʹê li gelên  herêmê kirin da herêm ji DAIŞʹê were rizgarkirin. 

Şêxê Hemed Şêx Şihadê jî axivî û got ku dagirkeriya Osmanî dagirkirina tevahî axa Sûriyeyê armanc dike, da gelê Sûriyeyê di komkujiyan re derbas bike û demografiya herêmê biguhere.

Şêx Hemed wiha domand, ʺEm ê li hember planên dijmin li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Em êrîşên hêzên rêjîma Baas li ser noqteyên hêzên me yên QSDʹê şermezar dikin. Hêzê rêjîmê bi vê kiryara xwe piştgiriya terorê dikin.ʺ  

Di dawiya civînê de fermandarên QSDʹê gotin ku ew ê şerê li dijî terorê bidomînin û tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê rizgar bikin.  

(mm)

ANHA