Ji ber êrîşên dagirkeran ziyanên madî çêbûn

Artêşa Tirk a dagirker duh gundê Aşmê yê dikeve rojavayê Kobanê topbaran kir û di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên welatiyên gundê Aşmê.

Ji ber êrîşên dagirkeran ziyanên madî çêbûn
30 nîsan, 2018   12:19

KOBANÊ

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Kobanê zêde bûne. Duh balafirên keşfê li ser kantona Kobanê geriyan û şêniyên gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê guleberan kirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê bi panzerê topbaran kirin. Şervanên Erka Xweparastine jî ji bo parastina şêniyên gund ketin tevgerê de.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker êrîşî yek ji nuqteyên şervanên Erka Xweparastin kir.

Her wiha artêşa Tirk a dagiker tora telefonên destan jî qut dike.

Di vê çarçevê de welatiyê bi navê Îbrahîm Osman ê ji gundê Aşmê got ew ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker li gundê xwe nikarin rehet tevbigerin û artêşa Tirkiyê welatiyên gund gulebaran dike. 

(bx)

ANHA