Tevî derfetên kêm xizmeta gelê Efrînê dikin

Komîteya Xizmetê ya kampa Serdemê ya li gundê Sûsînê ya Kantona Şehbayê tevî derfetên kêm ji bo zarokên kampê lîstok peyda kirin. Her wiha televizyon ji gel re anîn da rewşa dawî bişopînin. 

Tevî derfetên kêm xizmeta gelê Efrînê dikin
29 nîsan, 2018   13:33

HENAN MIHEMED – CEFER CEFO/ŞEHBA  

Ji ber êrîşên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê, sivîl neçar man ku warên xwe terk bikin û berê xwe bidin herêmên bi ewle. Di vê çarçoveyê de bi hezaran malbat li kampên Berxwedan û Serdemê yên Kantona Şehbayê bi cih bûn. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû derfetên xwe destek dide gel. Kamera ANHAʹyê serdana kampa Serdemê kir û rewşa gel şopand.

Endamê rêveberiya kampê Niyazî Seydo da zanîn ku rêxistinên mirovî bi gel re nabin alîkar û wiha domand, ʺHeyva Sor a Kurd, şêniyên Bakurê Sûriyê, Kurdistanê û Ewrûpayê destek didin gel û pêdiviyên ji gel re dişînin.ʺ

Seydo diyar kir ku ji bo zarok bilîzin li kampê cihek ji bo footbol û basketboolê hat veqetandin. Her wiha lîstokên cûda ji zarokan re anîne da ji bin bandora şer derkevin. Seydo di berdewama axaftina xwe de got ku wan televizyon jî ji gel anîne da rewşa dawî ya herêmê bişopînin.

 Seydo bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku destek bidin gelê Kantona Efrînê yê li Şehbayê.  

Li kampa Serdemê 250 malbatên Efrînî dijîn. 

(mm)

ANHA