Xelatên pêşengeha wêneyan hatin belavkirin

Li kantona Kobanê Komîteya Perwerde û Fêrkirine û Rêveberiya Dibistana Şehîd Hogir şagirtên di pêşengeha wêneyan de biserketin, xelat kirin.

Xelatên pêşengeha wêneyan hatin belavkirin
Xelatên pêşengeha wêneyan hatin belavkirin
Xelatên pêşengeha wêneyan hatin belavkirin
Xelatên pêşengeha wêneyan hatin belavkirin
Xelatên pêşengeha wêneyan hatin belavkirin
29 nîsan, 2018   12:37

KOBANE

Xebatên pêşengeha wêneyan li dibistanên kantona Kobanê hefteyekê berdewam kir. Komîteya Perwerde û Fêrkirine piştî ku pêşengeh bi dawî bû şahî lidar xist û şagirtên bi serketin hatin xelatkirin.

Şahî bi deqeyekê rêzgirtine dest pê kir. Piştî wê Rêveberiya Komîteya dibistanan Rodîn Bedirxan û mudurê dibistana Şehîd Hogir Osman Medres di şahiyê de axivîn. Di nava axavtina xwe de anîn ziman ku ew ê di demên pêş de ji bo pêşxistina şagirtan aliyê pîşeyî de dîsa pêşengehan birêxistin bikin.

Piştî wê koma Şehîd Hogir awaz vegotin û şagirtan jî helbest li ser berxwedaniya Efrîne û zarokên Efrîne xwendin.

Di dawiya şahiyê de Komîteya Rêveberiya Dibistanan şagirtên di pêşengehê de biserketibûn, xelat kirin.

(np)

ANHA