PDKS: Guhertina demografî ku li Efrînê tê kirin, sûc e

Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê destnîşan kir ku bi cihkirina Tirkiyê ya koçberên Xûta El-Şerqiyê li Efrînê li gorî zagonên navdewletî sûc e.

PDKS: Guhertina demografî ku li Efrînê tê kirin, sûc e
29 nîsan, 2018   10:21

KOBANÊ

PDKS`ê di daxuyaniyeke nivîskî de bang li tevahî rêxistinên navdewletî û di serî de Desteya Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku destwerdana qirkirina komî ya Tirkiyê li Efrînê dide meşandin, bikin.

Daxuyanî wiha ye:

‟ Dewleta Tirk bû sedema ku li Sûriyeyê ew qasî şer biqewimê, derî ji çeteyan re vekir ku ji hemû aliyê cîhanê derbasî Sûriyê bibin û xwest şerekî mezhebî yê dijwar li Sûriyeyê biqewimê. Piştî ku Tirkiyê di vê polîtîkaya xwe de têkçû êdî bi xwe bajarê Cerablus û Babê dagir kirin.

Her wiha Tirkiyê rizgarkirina Minbic, Reqa û Dêra Zorê û xebatên fedraliyetê hembez nekir û êrîşî kantona Efrînê kir. Piştî ku Efrînê dagirkir êdî destbi polîtîka guhertina demografîk kir, koçberên Xûta El-Şerqiyê li Efrînê, navçe û gundên wê bi cih kirin, ev yek jî li gorî zagonên navdewletî sûc e.

Em bang li Rêxistinên Navdewletî û di serî de Desteya Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku dawî li qirkirina komî ya li Efrînê pêktê, bînin. Her wiha em bang li gelên herêmê dikin ku bi hev re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têbikoşin û pîlansaziyên Tirkiyê yên li ser herêmê têkbibin.

Serkeftin a Efrînê ye

Şehîd Namirin”.

(np)

ANHA