Cîgira Seroka Desteya Malbatên Şehîdan kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da

Cîgira Seroka Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Nedwa Abdullah di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Cîgira Seroka Desteya Malbatên Şehîdan kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da
29 nîsan, 2018   09:53

KOBANÊ

Cîgira Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Nedwa Abdullah (39) duh di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Îro ji bo Nedwa Abdullah merasîmên olî hate lidarxistin û cenazeyê wê li goristana Kobanê hate definkirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku hevserê Cîgira Nedwa Abdullah, Seydo Endamê Hêzên Asayîşê bû û di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser kantona Kobanê di sala 2014`an de şehîd bû.

(bx)

ANHA