Mala Jinê li gundewarên Reqayê hat vekirin

Komîteya Jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Mala Jinê li gundê Selhebiyê ya rojava ku 30 km dikeve rojavayê bajarê Reqayê, vekir.  

Mala Jinê li gundewarên Reqayê hat vekirin
Mala Jinê li gundewarên Reqayê hat vekirin
28 nîsan, 2018   14:10

REQA

Di vekirina Mala Jinê de, endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê, rêxistina koordînasyona jinê ya cîhanî, meclîsên herêmî û MSDʹê amade bûn.  

Vekirin bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê Buroya Jinê ya MSDʹê û koordînasyona jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Komîteya Jinê ya taxa Rimêla û Meclîsa Gel a herêma Gidêran axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina Mala Jinê hat pîrozkirin û dane zanîn ku bi riya vekirina Mala Jinê, dê rola jinê di civakê de aktîf bibe.  

(mm)

ANHA