Desteya Derve bang li civaka navdewletî kir

Desteya Derve ya Kantona Cizîrê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyarên xwe yên li beramberî gelê Efrîne ku rastî dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê hatiye, pêkbînin.

Desteya Derve bang li civaka navdewletî kir
27 nîsan, 2018   12:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ji bo Civaka Navdewletî û di serî de Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî nameyek rêkir û xwest ku bi gelê Efrîne yê di encama dagirkeriya Tirkiyê de koçber bûne, bibin alîkar.

Name wiha ye:

ʺSekreterê Giştî yê Netewên Yekbuyî birêz Antonio Gutierrez, Komîsyona Bilind ya ji bo Mafên Mirovan ya Yekbûyî Zêd Ried El-Hisên, Meclîsa Mafên Mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî, Wezîrên Derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsiya, Cimhûriyeta Frensî, Yekîtiya Ewrûpa û Komkara Dewletên Ereban, Cimhûriyeta Msrê ya Erebî û Rêxistinên Mafên Mirovan ên herêmî û navdewletî.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi alîkariya hienk gurûpên leşkerî yên Sûriyeyê 20 çile 2018`an bi hemû çekan û balafiran êrîşî kantona Efrîne kirin. Her wiha çekên qedexekirî jî di êrîşa li ser Efrîne dan bikaranîn. Di encama bikaranîna van çekan de gelek sivîl ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn jiyana xwe ji dest dan û bi sedan ji sivîlan birîndar bûn.

Her wiha jêrzemîna, Navendên Heyva Sor a Kurd, şûnwarên dîrokî weke Eyn Dara, Gora Mar Maron û hwd. nexweşxaneyên Efîrîne hatin rûxandin. Her dawiyê 18`ê adarê 2018`an Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Dewleta Tirk bi hiceta parastina ewlehiya Tirkiyê hemû zagonên navdewletî binpê kirin.

Di encama dagirkeriya Efrîne de zêdetirî 200 hezar welatiyên Efrîne koçberî herêma Şehba, Til Rifet, Dêr Cemal û bajarokên Nibil û Zehrai bûn. Di şert û mercên gelek zehmet û zor re derbas dibin. Pêdiviya wan bi madeyên xwarine û derman heye. Rêxistinên navdewletî zehmetî dikşînin ku alîkariyê bighînin van herêman.

Ji Efrîne jî rapor têne dayîn ku gelê sivîl tê kuştin, revandin, tecawizkirin, dest datînin li ser mal û mulkên taybet û giştî, li ser Êzidiyan zextê dikin ku olê xwe bidin guhertin, bi sedan malbat ji Xûta Şerqî, kampên Ezaz û Idlibê û Qelemûn tînin herêma Efrîne bi cih dikin.

Em bi navê Desteya Têkiliyên Derve ya herêma Cizîrê-Sûriye

Bang li Civaka Navdewletî, desteya Netewên Yekbûyî û saziyên wê û rêxistinên alîkariyê dikin ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî gelê Efrîne ku rastî dagirkeriyê hatine û neçar mane ku dev ji xaka xwe berdin, pêkbînin, koçberên Efrîne vegerînin warê wan, zextê li ser hikûmeta Tirkiyê bikin ku xwe ji Efrîne bikşînin û dawî li kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li hemberî sivîlan bînin. Her wiha polîtîka qirkirina çandî û guhertina demografî rawestînin. Guhertina demografî wê bibe sedema ku aloziya Sûriyeyê hîn zêdetir kûr bibe”.

(np)