HPG`ê derbeyeke mezin li dagirkeran xist, gelek leşker hatin kuştin

Hat ragihandina ku gerîlayên HPG’ê li hemberî leşkerên Tirk ên li girê Lêlkan bicîh bûne çalakiyek bi bandor lidarxistiye û 5 mewzî bi temamî hilweşandine.

HPG`ê derbeyeke mezin li dagirkeran xist, gelek leşker hatin kuştin
27 nîsan, 2018   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji ajansa Rojnews re ragihandine, gerîlayên HPG’ê îro li hemberî 6 mewziyên leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlkan ê girêdayî herêma Sîdekanê bicîh bûne, çalakiyek mezin lidar xistin.

Çavkaniyan destnîşan kirin di çalakiyê de 5 mewzî bi temamî hatin ruxandin û ya din jî derbeya mezin xwar.  Di mewziyan de gelek leşker hatin kuştin, lê ji ber ku di dema çalakiyên de balafirên şer herêm bombebaran kirin, agahiyên zelal nehatin bidest xistin.

Di heman çalakiyê de 6 leşker jî bi suîkastê hatin kuştin.

Herêm bombebarana balafirên şer didome.