Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye

Dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê laiyê leşkerî û siyasî ve bandor li ser Efrîn û gundewarên wê kiriye, her wiha bandor li ser aliyê aborî yê Sûriyeyê kir.

Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
Dagirkeriya Tirkiyê bandor li ser  aboriya bajarê Helebê kiriye
27 nîsan, 2018   08:47

EHMED REŞÎD-ARŞÎN NECAR / HELEB

Efrîn yek ji herêmên Sûriyeyê yên herî girînge, aliyê aborî di navbera gundewarên rojhilat, rojava û bakurê Helebê xwedî rolekî stratejîk e.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin, riyên bazirganî yên di navbera Heleb û Efrîne qut bûn, ev yek bû sedema bihabûna madeyên xwarine, aliyê zimhêr û çandiniyê. Li Efrîne zêdetirî 2 hezar werşe û kargehên caw, dirûnkeriyê û xwarine hebûn.

Dikandarên bajarê Helebê ji ajansa me re axivîn û gotin: Dagirkirina Efrîne aliyê aborî de neyînî bandor li ser bajarê Helebê kir. Yek ji wan dikandaran Selah Osman anî ziman ku wan %80 hemû dikandaran pêdiviya xwe ya xiradan ji Efrîne digirtin û erzan bûn.

Her wiha Osman anî ziman ku taxa Şêxmeqsûd û giştî Heleb madeyên xwarine ji Efrîne digirtin û Efrîne ji nava herêmên Sûriyeyê herêma herî bi ewle bû.

Di berdewamiya gotinên Osman de hat gotin ew niha pêdiviyên xwe ji herêmên dûr peyde dikin û neçar dimînn bihabûna madeyan zêde bibe.

Mihemed Alî Xelîl jî anî ziman ku dagirkirina Tirkiyê ya Efrîne bandor li ser tevgera bazara Helebê kiriye.

Xelîl di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku Efrîn berî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve were dagirkirin, pêdiviya gelek bajarên Sûriyeyê û dewletên herêmî pêktanî.

(np)

ANHA