Nexweşxaneya Kesra bi derfetên kêm rojane bi sedan kesî derman dike

Nexweşxaneya Kesra ya Dêrazorê bi derfetên xwe yên herî kêm, rojane pêşwaziya derdirab 400 nexweşan dike. Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û welatiyên herêmê bang li rêxistinên mivovî yên navdewletî kirin ku piştgiriya nexweşxaneya wan bikin.

Nexweşxaneya Kesra bi derfetên kêm rojane bi sedan kesî derman dike
Nexweşxaneya Kesra bi derfetên kêm rojane bi sedan kesî derman dike
Nexweşxaneya Kesra bi derfetên kêm rojane bi sedan kesî derman dike
Nexweşxaneya Kesra bi derfetên kêm rojane bi sedan kesî derman dike
Nexweşxaneya Kesra bi derfetên kêm rojane bi sedan kesî derman dike
26 nîsan, 2018   05:56

HEMED EL-MUSTEFA / DÊRIZOR

Nexweşxaneya Kesra ya gundewarên Dêrazorê tevî derfetên kêm, tunebûna alavên tenduristiyê yên pêwîst û dermanan jî rojane pêşwaziya sedan welaityên gundewarên rojhilat û rojava ya Dêrazorê dike. Rêxistinên navdewletî jî alîkariyan ji nexweşxaneyê re pêşkêş nake.

Di  vê rewşê de nexweşxane rojane pêşwaziya 400 nexweşên ku piraniya wan zarok û jin in, dike. Piraniya wan ji koçberên di kampa Ebû Xeşb de dimîn in.

Di demên dawî de li herêmê ji ber ne paqijiya avê nexweşiyên leşmanî, sorik, zikêş û herwekî din di nava nexweşan de belav bûne. Nexweşên bi nexweşiyên leşmanî û Sorka ketine heftane derdora 50 neweşî ye.

Di nexweşxaneyê de alavên pêwîst, wekî odeya emeliyata, alavên eşia, mexber, okscîn, malzarokên derve û dermanên nexweşeya Lişmanî nîne.

Jina bi navê Rewda El-Elî ya ji herêma Kesra derbarê mijdarê got ku rewşa wan a jiyanî zehmet e û wiha got: "Em bi zehmetî dermankirinê peyda dikin. Dermanên pêwîst û alavên pêşketî nîn in. ji ber kêmbûna derman û alavan, hin welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyên tenduristî yên pêwîst ji nexweşxaneyê re pêşkêş bikin."

Endama Komîteya Tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Nur El-Huda El-Ecîlî jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Em ji rêxistinên navdewletî daxwaz dikin ku piştgiriya nexweşxaneyê bikin. Derfetên nexweşxaneyê pir kême û gelek alav pêwîst in. Herî dawî nexwexaşneyên Leşmanî û Sorkê di nava welatiyan de belav bûye, pwêsîtî bi gelek derman heye.  Nexweşên Leşmanî gihiştin hezar û 500 û Sorikê jî gihiştin 3 hezar î."

Nexweşxaneya Kesra di 5'ê mijdara 2017'an de bi alîkariya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên herî hate vekirin. Welatiyan bê pere derman dike û dermanan jî li gorî derfetên heyî pêşkêş dike. Tekane nexweşxane li gundewarên rojhilat a Dêrazorê ye.

(dc)

ANHA