ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2018
25 nîsan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

* Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şandeya Amerîkî, Berazîlî û Ewrûpî serdana Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dikin û sîstema perwerdeyê dişopînin. Saet 09.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gelê Kantona Qamişlo berê xwe dide goristana Şehîd Xebat Dêrik û serdana gorên şehîdên Qereçox dike. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Desteya Tûrîzmê û Parastina Şûnwaran a Kantona Cizîrê pêşengeheke wêneyan a ʺArkolojîkʺ li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Ragihandina YPG'ê  Rojhat Cûdî û Endamê Radyoya Dengê Rojava Mêrvan Qamişlo diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a êrîşa li ser Qereçoxê astenkirina hemleya QSD'ê ya rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê bû. Cûdî û Qamişlo, her wiha dane zanîn ku dewleta Tirk ji dengê heqîqetê ditirsiyan, lewma navendên wan hedef girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Çeteyê bi navê Hesen Şindî ku serokatiya meclîsa dagirker a piştî dagirkeriya Efrînê hate avakirin, dike, cihê xwe di pêkanîna 2 teqînên Efrînê de girt. Çeteyê bi navê Fadil Horo ku endamê PDK'ê ye jî dema artêşa Tirk a dagirker Efrînê dagir kir, alîkariya çeteyan dikir. Ev yek jî nîşan dide ku PDK'ê alîkariya dagirkeran kiriye.

 POLÎTÎKA

*Rûspiyê êla Hatim Tayî ya bajarê Reqayî da zanîn ku çawa DAIŞ li Reqayê bin ketin, wê dagirkeriya Tirk jî li Efrînê bin bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan diyar kir ku partiya wan ji bo hevgirtina di navbera gelê Sûriyê de tekoşînê dike û wê hewl bide ku bibe hemû gelê Sûriyê nav xwe de dihewîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 KURDISTAN

 *Şêniyên Kobanê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hemû aliyên kurd kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk di zûtrîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê lider bixin.

CIVAK Û JIYAN  

*Welatiyên Efrînê yên di kampa Serdem a herêma Şehbayê de dimîn diyar kirin ku rêxistinên alîkariyên mirovî alîkariya wan nakin û destnîşan kirin ku ew bawer dikin ku dê Efrîn serbikeve û wê vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Du zarokên dayîka bi navê Bêrîvan ji ber rewşa malbatî astengdar in, niha di kampa Serdemê ya kantona Şehbayê de jiyan dikin. Ji ber kêmbûna derfetên jiyanî û dermanan rewşa wan pir dijwar dibe. Dayîka 2 astengdaran, banga alîkariyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN  

*Endama Fermandariya Giştî ya YPG/YPJʹê Tolîn Roza da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi destûra Rûsya û hin hêzên navneteweyî êrîşî navenda fermandariya giştî ya YPG/YPJʹê ya li Qereçox kir û bi bîr xist ku ev êrîş di salvegera komkujiya Ermenan de pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

* Til Eran (Girê Aran) navçeyeke Kurdî ya kevin û dîrokî ye. Li ser asta Rojhilata Navîn navenda çandinî û pîşesaziyê ye. Tevî çeteyan li dijî şêniyên wê komkujî pêk anîn, hîn jî berxwedana wê dewam dike.

ANHA