Balafirên Tirk gundên Şêladizê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk herdû gundên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî şêladizê bombebaran kirin.

Balafirên Tirk gundên Şêladizê bombebaran kirin
24 nîsan, 2018   19:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet 14:00 heya saet 15:30’ê balafirên şer ên dewleta Tirk derdora herdû gundên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî navçeya Şêladizê ya ser bi Dihokê ve bombebaran kirin.

Der barê encama bombebaranê û ziyanên çêbûn de ti agahî hîna nehatine girtine.