Asayîşê du bazirganên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Asayîşê li bajarê Amûdê, du bazirganên madeyên hişbiriyê girtin.

Asayîşê du bazirganên madeyên hişbirê girtin
24 nîsan, 2018   11:19

QAMIŞLO

Duh Hêzên Asayîşê li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Qamişlo, du bazirganên madeyên hişbirê girtin.

Buroya Têkoşîna li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya girêdayî Asayîşê li Amûdê, raghand piştî agahiyên ku gihîştin destê wan derbarê her du bazirganên madeyên hişbirê, wan dest lêkolînê kirin.

Buroyê tekez kir ku piştî tekezkirina agahiyan hêzên wan bi ser her du malên bazirganan de girtin û her du bazirgan tevî hezar û 250 hebên hişbirê girtin.

Buroyê diyar kir ku piştî lêpirsîna destpêkê, ew veguhistin Dozgeriya Giştî da ku derheqê wan de ceza li gorî zagonan were standin.

(kc)

ANHA