Mihemed Nûredîn: Hilbijartinên Tirkiyê wê adil pêk neyên

Akademîsyen, Lêkolînerê Rewşa Tirkiyê û Mudîrê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn diyar kir ku wê hilbijartinên Tirkiyê ne adil û saxlem bin û destnîşan kir ku li Tirkiyê rewşa awerte heye, her wiha girtina siyasetmedar û rojnamavanan wê pêkanîna hilbijartinên adil pir zehmet be.

Mihemed Nûredîn: Hilbijartinên Tirkiyê wê adil pêk neyên
24 nîsan, 2018   07:07

ELÎ HESEN-MEDYA HENAN / BEYRÛT

Akademîsyen û Lêkolînerê Rewşa Tirkiyê û Mudîrê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê û armanca Serokkomarê Tirkiyê Erdogan a pêkanîna hilbijartinên pêşwext bersiva pirsên me da.

Dewleta Tirk êrîşî Efrîna Sûriyê kir. Niha jî bi bahaneya PKK'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, armanca dewleta Tirk ji destwerdana li Sûriyê û Iraqê  çi ye?

Di baweriya min de destwerdana Tirkiyê di xaka Sûriyê û Iraqê  de ji demek dirêj ve diyar e. Di rêza yekem de mijara destwedana sînorê bi Sûriyê û hin sînorên bi Bakurê Iraqê  (Başûrê Kurdistanê) heye. Hêzên Kurdî niha li wan herêman hene. Dewleta Tirk dixwaze li şûna Kurdan çeteyên wekî DAİŞ, Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û heta Ceyş El-Islam ku di demên dawî de ew anîn Cerblusê, bi cih bike.

Armanca wan a duyemîn jî ew e ku, cihê lingê xwe di meydanê de xurt bike. Da ku li ser maseyê rola Tirkiyê di danûstendinan de li ser çareseriya dawî ya aloziya Sûriyê xurt be. Di wê demê de wê herêmên ku dagirkirine wê ji bo qezencên xwe li ser masê bikar bîne. Armanca Tirkiyê ji vê yekê jî ew e ku heger rewşa Sûriyê gihişt qonaxa dawî ya çareseriyê qezencên ewlekarî, siyasî û aborî di xaka Sûriyê de bidest bixe.

Receb Teyb Erdogan û Dewlet Behcelî li ser pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û perlamantoyê ya pêşwext ku di 24'ê hizêranê de pêk werin, li hev kirine. Yenî wê hilbijartin beriya dema wê ya fermî bi 16 mehan werin lidarxistin. Di nerîna we de sedemnê ku hişt Erdogan hilbijartinên pêşwext pêk bîne, çiye?

Erdogan ne tenê ecele li hilbijartinan kir, lê belê pêkanîna hevbendiya bi MHP'ê re ku di payîza sala derbasbûyî de pêk hatiye jî ecele kir. Beriya 2 salan dihat payîn di payîza sala 2019'an wê hilbijartin werin lidarxistin. Wê demê de pirs ew e ku, çima gelo wiha bi lez hevkariya xwe ava kirin.

Di nerîna min de îro sedema wê diyar bû ku çima Tirkiyê hilbijartinên pêşwext pêk anîn. Di wan hilbijartinan wê Erdogan û Behcelî amade bin ku bikevin hilbijartinan. Di dema ku muxalifên wan di nava hev de li ser pêkanîna hilbijartinan parçebûyî ne dixwazin ji qezencên li Efrîn û Idlibê û beriya wê Diri El-Firat li Cerblus û Babê bidest xistine, qezenc bikin.  Da ku xwe wekî qehremanekî netewî ji Tirkan re xwe diyar bikin.  Wiha jî wê dengdayîn ji wan re zêde bibe.

Sedema sêyemîn jî, aloziya Aborî ya Tirkiyê ye. Li gorî rewşa heyî aborya Tirkiyê ber bi têkçûnê ve diçe. Sal û nîvek din şunde pêkanîna hilbijartinan wê li ser aboriya Tirkiyê metirsyar be û bi baldarî were şopandin. Erdogan wiha jî dixwaze beriya ku rewşa aborî ber bi têkçûnê ve here hilbijartinan pêk bîne:

Di dema ku hikûmeta AKP'ê rewşa awerte cara 7'an li welat dubare kir, di nerîna we de wê hilbijartin bi awayek demokratîk û saxlem pêk werin?

Bê guman wê hilbijartinên werin lidarxistin, ne saxlem û demokratîk bin. Di dema rewşa awerte li welat dewam dike de, rola parlamatoyê hate dûrxistin, her wiha rola muxalifan jî hatiye durxistin. Niha her kesekî bi siyaseta Erdogan re muxalif be dikeve li ber lêpirsînê. Ne tenê yên di cemaeta Fethûllah Gulen de. Di heman demê de hilbijartin di dema ku tevgera siyasî hatiye girêdan, hejmarek mezin ji siyasetmedaran di girtîgehan de ne. Bi taybet endamên HDP, Serokên gelek şaredariyên kurdan hatine binçavkirin.

Li ser van tiştên me rêzkirin jî; çapemenî hatiye binpêkirin, gelek rojnameyên ne bi Erdogan re bûn û li dijî siyasetên wî bûn hatin kirîn. Herî dawî jî koma Huriyetê a girêdayî karsazê bi navê Dogan hate kirîn. Ev hemû wê bibe sedema ku hilbijarti bi awayekî demokrastîk û saxlem pêk neyên.

*Derfet ji muxalifên Tirkiyê re heye ku piraniya dengan pêk bîn in, bi taybet piştî serkeftina referendum ku Erdogan di encamê de sîstema cemhûriyê bi rêjeyek pir kêm da guhertin?

Di nerîna min de rewşa li Tirkiyê tam ne diyar e. Bi taybet jî di rewşa ku niha HDP'ê tê de ye. Hilbijartin di bin zexteke pir mizin de pêk tê. Di heman demê de hêzên muxalif parçebûyî ne. Heger li ser namzetek yekbûyî ji bo serokomariyê lihev ne kirin, wê rewş cûda be. Lê di baweriya min de ger muxalifan li ser namzetekî lihev kirin, wê demê wê bikarin di mijara serokomariyê de li ser Erdogan zextê bikin.

Lê di hilbijartinên parlamantoyê de wê AKP'ê di rêza yekem de be. Ev jî wê bi alîkariya MHP'ê pêk were. Lê bi giştî wê hilbijartin ne hêsan bin.

Heger Erdogan û partiya wî bi ser ketin, rewşa Tirkiyê wê ber bi kur ve here, bi taybet di rewşa destwerdana di dewletên cîran de?

Di baweriya min de heger Erdogan di hilbijartinan de biser ket, wê siyasdeta Tirkiyê ya bi dewletên Cîran re  wekî niha dewam bike. Ji ber ku vê carê wê biçin ser maseya danûstendinan wê demê wê destê wan bi hêz be. Wê li gorî sererastkirina destûra ku di nîsana 2017'and e pêk hat de Serokomarê bi hêz be di Tirkiyê de. Niha êdî ji bo biryardayînê pêwîstiya wan bi parlemen û hikûmetê nîne.

(dc)

ANHA