Komîteya Dozgerî û Lêpirsînê edaleta civakî pêk tîne

Komîteya Dozgeriyê û Lêpirsînê ya navçeya Ên Îsa ya kantona Girê Spî di nava 6 mehên derbasbûyî de ji 178 dozên hatine berdestê wan jê 150 doz çareser kirine.

Komîteya Dozgerî û Lêpirsînê edaleta civakî pêk tîne
Komîteya Dozgerî û Lêpirsînê edaleta civakî pêk tîne
Komîteya Dozgerî û Lêpirsînê edaleta civakî pêk tîne
24 nîsan, 2018   07:12

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Komîteya Dozgerî û Lêpirsînê ya navçeya Ên Îsa di Mijdara sala 2017'an de bi armanca dawîanîna li doz û giliyên hatine pêşkêşkirin, hate avakirin. Armanca wê ya sereke çareserkirina pirsgirêkên welatiyan bû.

Di heman demê de dozên ji Ewlekariya Hindirîn ji wan re tê dewirkirin çareser dike, dozên cinayî, aborî û emlakan. Komîte doze lêkolîn dike û kesên sûc kiriye diyar dike. Bi wan re lêpirsîn dike û li gorî wê tiştên pêwîst pêk tîne.

Komîte biryarên xwe dewrî Dîwana Edaleta Civakî ya Girê Spî dike, mijarên redkirina dozê jî girêdayî Kantona Kobanê ye.

Komîteyê heta niha ji 178 dozên hatine berdestê wan 150 çarserkirine, 28 dozên mane jî hîn lêpirsîn derbarê wan de tê kirin.

Serokê Komîteya Îda û Lêpirsînê Mihemed El-Deîl derbarê mijarê de got ku komîteya wan gelek rengên dozan çareser kirine û ev tişt anî ziman: "Dozên cinayî, yên li ser emlakan, dizî û her wekî din hatine çareserkirin. Bi derfetên me yên kêm jî me karîbû 150 dozan çaresre bike."

Welatiyê bi navê Hamid Hecî Ebdo jî derbarê mijarê de got ku komîte di riya lêpirsîn û lêkolînê pezê wî yê hatibû dizî vegerand.

(dc)

ANHA