Çete meclîsa "Xayînan" birêve dibe

Dewleta Tirk a dagirker çeteyê bi navê Azad Osman wekî Rêveberê Meclîsa Herêmî ya Dîlokê ku li bajarê Entabê hatiye avakirin, erkdar kir.

Çete meclîsa "Xayînan" birêve dibe
21 nîsan, 2018   06:13

EFRÎN

Bi dagirkirina dewleta Tirk herêma Efrînê re, di nav de hin kurdên ku di ENKS‘ê de cih digirin li gel kesên ku destê wan di dagirkirina Efrînê de hene, qaşo ji bo birêveberina Efrînê de meclîseke bi li herêma Dîlok ava kirin.

Şêniyên Efrînê nerazbûneke tund nîşanî meclîsê kirin û bi meclîsa "Xayînan" bi nav kirin.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyê bi navê Azad Mihemed Osman wekî Rêveberê Meclîsa Herêmî ya Efrînê ku li bajarê Dîlokê hatiye avakirin, erkdar kir.

Azad Mihemed sala 1965‘an li gundê Marata yê Efrînê jidayik bûye, berê endamekî Komîteya Têkiliyên Giştî yê ENKS‘ê bû.

Kurê Azad, Dilşad 6‘e Adara 2013‘an, di nava komên çete yên ku qaşo xwe weke Artêşa Azad bi nav dikin, di nav "Tabûra Selahedîn, Pêşmerge Efrînê û Komele yên tevlihevî derdixistin cih girt. Evan komanan şerê YPG‘ê li gundê Birc Ebdulo yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û hevlihevî derdixiset.

Sala 2013‘an Azad tevlî malbata xwe ketin hemêbza Tirkiyê, paşê kurê xwe Dilşad û keça xwe şand Ewrupa.

(bb)

ANHA