Şandeya jinên Fransî serdana saziyên Cizîrê kir

Şandeya jinên Fransî serdana Navenda Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEMʹê, PYDʹê û Desteya Têkîliyên Derve ya herêma Cizîrê kirin.

Şandeya jinên Fransî serdana saziyên Cizîrê kir
19 nîsan, 2018   19:18

QAMIŞLO

Şandeyê berê xwe da Navenda Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEMʹê. Şande ji aliyê Ebdulselam Ehmed û Ayhan Murad Mihemed ve hat pêşwazîkirin. Di nîqaşan de mekanîzmeya xurtkirina têkîliyên bi şandeyên navneteweyî re û danasîna xebatên TEV-DEMʹê hatin vegotin. Her wiha bal hat kişandin ser kiryarên kuştin û koçberiyê yên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê. 

Piştre şandeyê serdana partiya PYDʹê kir û ji aliyê Hevseroka partiyê Eyşe Hiso ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de xebatên partiyê û rewşa siyasî hatin nirxandin. Her wiha bal hat kişandin ser rewşa gelê Efrînê li Kantona Şehbayê. 

Piştre jî şandeyê serdana Desteya Têkîliyên Derve ya Herêma Cizîrê kir. Şande ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Endama Desteyê Derya Remedan, Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif û Cîgira wê Nûra Hena ve hatin pêşwazîkirin. 

Di vê serdanê de jî projeya Federal a Bakurê Sûriyê hat nîqaşkirin û bal hat kişandin ser rola jinê civakê de û rûniştandina sîstema hevserokatiyê. Her wiha parastina hawîrdorê jî hat nîqaşkirin. 

Tê payîn ku dê şande sibe serdana gundê Jinwar bike. 

(mm)

ANHA