Pira Şehîd Mihemed Cûma jinûve hat avakirin

Meclîsa Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî jinûve avakirina pira Doganiye ku navê Şehîd Mihemed Cûma hat lêkirin, bi şahiyekê pîroz kir.

Pira Şehîd Mihemed Cûma jinûve hat avakirin
Pira Şehîd Mihemed Cûma jinûve hat avakirin
Pira Şehîd Mihemed Cûma jinûve hat avakirin
19 nîsan, 2018   18:51

GIRÊ SPÎ

di şahiyê de Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid, Endamên Rêveberiya meclîsên sivîl û şêniyên gundê Doganiyeyê amade bûn.

Di şahiyê de Hemdan El-Ebid, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emar Ebdullah û Endamê Şaredariya Gel Mustefa Bozo amade axivîn û avakirina pirê pîroz kirin. 

 Pira Doganiye ji aliyê çeteyên DAIŞʹê ve hatibû rûxandin.

Şehîd Mihemed Cûma ku pir bi navê wî hat lêkirin, şervanê QSDʹê bû di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye. 

(mm)

ANHA