Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê

Desteya Şaredarî û Rêveberiya Herêmî bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Ehresê ya Şehbayê dest bi sererastkirina toreyên kenalîzasyonê kirin. Her wiha ji bo gihandina avê ji 700 malbatên navenda Ehres û gundê Til Qereh kar didome.

Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
Toreyên kenalîzasyonê tên sererastkirin û wê av bighêje 700 malbatên Şehbayê
19 nîsan, 2018   08:00

CAFER CAFO – ROZANA DADO / ŞEHBA

Li navçeya Ehres a Şehbayê ji ber pirsgirêkên kenalîzasyonê bi taybet nêzikbûna demsala havînê, bihneke nexweş derket û di encama wê bihnê de gelek nexweşî çêdibin. Ji bo rêgirtina li pêşiya vê pirsgirêkê, Şaredariya Gel a navçeya Ehresê dest bi sererastkirina toreyên kenalîzasyonê li navenda navçeyê kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Efrînê ku niha Hevserokê Şaredariya Ehresê yê,  Mustefa Reşîd diyar kir ku ji bo ku pirsgirêkên herêmê çareser bikin bê navber kar dikin.

Werşeyên kar  ji 4 karkeran pêk tê. Ji bo ku aloziya avê li herêmê çareser bikin, rojane 12 saetan kar dikin.

Her wiha werşeyên kar dixebitin ku avê ji 700 malbatên navenda navçeya Ehres û gundê Til Qereh re peyda bike.

Di vê çarçoveyê de Desteya Şaredarî û Rêveberiya Herêmî bi hevkariya komîteya Avê ya navçeyên kantona Şehbayê dest bi aktîfkirina bîra Ehres kirin û toreyên avê ji şêniyên gundê Til Qereh û navenda navçeya Ehres re kişandin. 

Ji aliyê xwe ve Endamê komîteya Avê ya navçeya Ehres Umer Mihemed got ku wan ji ber aloziya avê û tevî nirxên  giran, lê wan dest bi dayîna toreyên avê kir û niha jî ji bo ku avê li şêniyan belav bikin destd bi amadekariya bîrekê ji bo Ehresê dikin.

(bx)

ANHA