Erdogan: Wê meha Hezîranê hilbijartinên pêşwext pêk werin

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wê di meha Hezîranê de hilbijartinên pêşwext were kirin.

Erdogan: Wê meha Hezîranê hilbijartinên pêşwext pêk werin
18 nîsan, 2018   13:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re têkildarî hilbijartinên pêşwext civiya.

Piştî hevdîtinê Erdogan li Kulliyeya Serokkomariyê daxuyanî da û got wê hilbijartin di 24’ê Hezîrana 2018’an de pêk were.