Li koçberiyê ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest da

Welatiyê Efrînî yê li kampa Berxwedan bi cih dibe, ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest da. 

 Li koçberiyê ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest da
17 nîsan, 2018   17:20

ARŞÎN NECAR-SOLÎN REŞÎD/ŞEHBA 

Welatiyê bi navê Sadiq Hesen (68) ê ji gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ye. Apê Sadiq wekî bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar ma ku warê xwe terk bike û li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi cih bibe.  

Apê Sadiq ji ber nexweşiya mîdê rewşa wî ya tenduristî roj bi roj xerabtir bû. Apê Sadiq ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajaroka Zehra. Lê ji ber tunebûna derman, apê Sadiq jiyana xwe ji dest da. 

Beriya demekê jî, ji ber paşguhkirina rêxistinên navneteweyî, du zarokên Efrînî yên bi şîr ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest dan.  

(mm)

ANHA